Gîzmeya me

Mizgîn Ronak Aydin

Li me dinêre ew, bi sorahî û kevniya xwe, bitenêmayîn û bêkesiya xwe. Ew, yanî gîzmeya sor û kurd, li muzeya etnografyayê ya Rûsya li me dinhêre. Sor e, kevn e, tenê ye, bi hêrs e, xwedî bîranîn e. Ji sedsala 19emîn maye, ji wir li me dimezîne. Ji çerm e gîzmeya (ji qewlê serhediyan jî ‘çîzmeya’) me. Ji çermê kîjan heywanê ye, nêçîrvan kî bûye, kemîn li ku bûye em nizanin. Bes em dizanin ku gîzma me pir zexm e û hê jî nû ye. Bi niqrikên li bin pehniya xwe, bi nexş, qeytan û rengê xwe behsa gelek tiştan dike ji me re. Way li wir e, ne li ba xwediyên xwe be, li wir hatibe hepiskirin jî, kurd e ew,vçawa kariye nizanim lê xwe wek çîzma kurdan daye qebûlkirin û qeydkirin. Li hember destên ku ew şûştine, paqij kirine, birrîne û dirûtinemwefadar e. Rengê xwe jî parastiye, çîroka xwe jî. Bi hebûna xwe ya li wê surguniya welatê xelkê, li wê qefesê jî, çîroka xwe domandiye. Çîroka gîzmeya kurdan, gîzmeya şervanên kurdan. Çîroka çîzmeya şervaniya kurdan a dijwar, a li welatê ûris û berf û hirçan, a li welatê ku bi mezinatiya xwe ya erdnîgarî dimîne (dişibe) hirçan. Ew bi xwe bûye çîrok û li wir ji paş şîş û kontrol û kilîdan, xwe jibîr nekiriye.

Ma gelo çend jiyan pê meşiyan, çendik û çend şervanan pê lingên xwe, yanî bez û leza xwe, bêhnvedan û êrîşên xwe pê parastin, di gava ewil da çi bû, di ya paşîn da çi nebû?

Xwezî zimanê wê hebûya û ji me re bigota. Xwezî zimanê wê hebûya û me bisota, ji wir… Ji muza etnografyayê ya ne kurd, lê rûs, ji me re behsa serboriya xwe û me bikira, serboriya ku qet neborî, an jî tim borî û me li vir hişt, me bi xwe re neborand.

Ku mirov wê ji testên laboratuwaran derbas bike, dê derkeve ortê ku ev gîzme, ya kê ji me ye? Molekulên dest û lingên kîjan ji me hê li ser in? Ji kîjan lez û beza me ya beyhûde an jî serfîraz maye? Dema di lingên me da bû em kî bûn, niha wiha li dûrê me ew kî ye? Berê em çiyê hev bûn, niha çiyê hev? Pêwendiyek di navbeyna me da maye an na? Ku ew li wir, li muzeya etnografyayê ya rûsî; wiha bê me wek qurqur beg pozbilind sekinîbe, em êdî dikarin bêjin çi?

Ev gîzme ya kê ye? Li nêva kîjan rêwîtiyê ji lingê xwediyê xwe ketiye? Çi hatiye serê wê? Ji çend robaran derbas bûye, li ser çend pireyan li halê qedera welat pirsiye? Di nêva kîjan cengaweriyê da xewnek sor dîtiye û bi wê sorbûna xwe, wek gulek her demî û rêşaşkirî xwe li muzeya xerîban dîtiye?

Dema ku em li ser medyaya civakî be jî rastê tiştên kurd, rastê sembolên kurdan ên dîrokî tên, çi hîs dikin gelo? An jî çi hîs nakin? Û belkî divê em wiha jî bipirsin; ma lazim e em tiştna hîs bikin? Her wiha yên ku keşf û pêşkêş dikin, çi ji me hêvî dikin? Herhal li vir hewce nake ku em xwe bavêjin bextê rêziknameyan, lew her kes ji me biqasê kurdîtî, çelengî û kûrbîniya xwe dikare bi mîrasa me ya madî-menewî re pêwendîdar be, wê dewlemend an jî xizan bike. Yanî wek kes û civak, em çi bin û çiqas bin, dikarin welê û ewqas kurd bin û kurdîtiyê bilind an jî nizm bikin. Lew mixabin, ne şûr û mertalê Rostemê Zal, ne şaristaniya Medan, ne jî karîna Merwaniyan û gelek heyamên me yên dîrokî yên xwedî hêz û berz, karin bên hewara me û me û kurditiya me ya heyî ji novela (romana) Vîctor Hûgo ya Xizanan/Sefîlan rizgar bikin. Na ji qewlê bavê min va li hember wê bilindî û bûyîna wan a şadmanî, bêhna xizaniyê ji her derê me tê. Lê em dikarin vê mîrasa xwe ya bêser û ber ne wek tiştek nostaljîk, folklorîk û xweamojker, lê wek tiştek îroyîn û rastîn ku em karibin tevlê xwîna xwe, tevlê derûnî û jiyana xwe bikin bibînin û welê pê tevbigerin. Yanî dîsa jî em û kurdîtiya xwe, em û xwebûna xwe.

Belam ew gîzmeya kurd a ku dibêm qey wek gelek berhem û bermahî û hêjatiyên me yên dîrokî, me naecibîne, bêvila xwe li me xwar dike, ji cîhê xwe yê ne cîh, hê jî li me mêze dike.

Em ê çi bikin, biwêrin kîjan lingê xwe yê belengaz nêzî wê bikin? Bi çi hêzî, bi kîjan xeml û xêzî bêjin; ”gîzmeya kurd û ezîz, gîzmeya me ya li muzeya rûsan xeyda, em hatin!” Herhal em tev dibînin ku dê bi vê pozbilindiyê, li piyê me tu kesî neyê. Heqet, em çi bikin ji vê gîzmeyê? Em çi bikin bi vê gîzmeya ku qet li pêxasiya me nayê?

Heqet, dê ev gîzme çawa û kengê li lingên me were û bi kêfxweşiya çîroka xwe ya nûbûyî, bi reqereq li dinyayê bigere?

Binêr: https://twitter.com/ads_ugur/status/1689023571513790469?t=MA7C45wmT032TgQl0xZzNQ&s=08

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x